Rêveberiya Xweser: Ti sindoqên hilbijartinên Parlemana Sûriyê li herêmên me nayin danîn
Rêveberiya Xweser tekez dike, dê ti sindoqên hilbijartinên Parlemana Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser neyin danîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sibe hilbijartinên Parlemana Sûriyê birêve diçin, Rêveberiya Xweser tekez dike, dê ti sindoqên hilbijartinên Parlemana Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser neyin danîn.
Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, gelê Sûriyê zêdetir 10 salan e li çareseriyeke aştiyane ji krîza Sûriyê digere, lê belê hikûmeta Sûriyê di rêya xwe de rijd e, wekî ku ji 2011an û heta niha ti tişt çê nebûbe.
Luqman Ehmê destnîşan kir ku rijdbûna hikumeta Sûriyê ku hilbijartinên parlamentoyê lidar bixe, aloziya li Sûriyê çareser nake û ji bo peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re derfet nade tu aliyan ku tev li diyalogên Sûrî-Sûrî bibin.
Her wiha Luqman Ehmê destnîşan kir ku hilbijartinên ku dê di 19`ê Tîrmehê (sibe) de werin lidarxistin, tu wateya xwe li gel Rêveberiya Xweser tune ye û got: "Tu sindoqên hilbijartinê dê li herêmên Rêveberiya Xweser tune bin."
Diyar kir jî: “Derbarê çargoşeya ewlehiyê ya li Qamişlo, ew di bin destê rêjîma Sûriyê de ye, rewşa wê jî girêdayî rêjîmê ye.”
Di dawiyê de berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê Luqman Ehmê piştrast kir ku ew tev li tu biryarên yekalî yên têkildarî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê nabin.
Biryar e sibe hilbijartinên Encûmena Nûneran a Sûriyê (Parleman) bên kirin, lê Rêveberiya Xweser û ENKSê ti watetiyê ji wan hilbijartinan re nabînin. Endamê Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif pêştir ji K24ê re ragihandibû: Encamdana van hilbijartinan, krîza Sûriyê kûrtir dike û ti pirsgirêkekê çareser nake.
S. B