Li Raperînê pêketiyekî Koronayê canê xwe jidest da

Li devera Raperînê ya Herêma Kurdistanê, karmendekî çûnûhatinê bi Koronayê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li devera Raperînê ya Herêma Kurdistanê, karmendekî çûnûhatinê bi Koronayê canê xwe jidest da.

Jêderekî agahdar ji K24ê ji re ragihand, îro pêketiyekî Koronayê bi navê Bextiyar Mela Ebdula ku karmendekî polîsa çûnûhatinê ye, piştî 10 rojan ji pêketina bi Koronayê, îro canê xwe jidest da.

Wî jêderî diyar kir, li devera Raperîn heta niha 16 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Li seranserî Herêma Kurdistanê heta niha 10 hezar û 453 kes bi vîrusa Koronayê ketine ji wan jî 391 kesan canê xwe jidest dane û 5 hezar û 687 kes jî baş bûne.

 

S. B