Koca: Li Dîlok û Diyarbekirê zêdetir welatî bi Koronayê dikevin
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê nûtirîn amarên pêketin û mirina bi Koronayê belav kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê nûtirîn amarên pêketin û mirina bi Koronayê belav kirin û diyar kir, herî zêde li Stenbol, Enqere, Dîlok, Diyarbekir û Konyayê haletên pêketina bi Koronayê tên tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 918 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 475 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 218 hezar û 717 kes bi Koronayê ketine.
Diyar kir jî, Di 24 demjimêrên dawîn de bi başbûna 1 hezar û 13 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 201 hezar û 13 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê diyar kiribû di 3 rojên dawîn de li Stenbol, Enqere, Dîlok, Diyarbekir û Konyayê zêdetir xelk bi vîrusa Koronayê dikevin.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên Koronayê ên taybet bi parêzgehan belav nake. Di wê derbarê de û li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di çend rojên dawiyê, rojan 2 3 welatî li Diyarbekirê canê xwe bi wê vîrusê jidest didin.
S. B