Li Esfehanê teqînek çê bû
Medyaya Îranê belav kir teqînek li yekîneyeke enerjiyê li parêzgeha Esfahê rû da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medyaya Îranê belav kir teqînek li yekîneyeke enerjiyê li parêzgeha Esfahê rû da.
Ajansa “IRNA” a Îranî belav kir, di encama teqînê de ti ziyaneke canî nebûye.
Serokê Kompanyaya Enerjiyê li Esfehanê di wê derbarê de ragihand, teqîn ji encama têkçûna amûreyekê rû daye û teqîn ne cihê nîgeraniyê ye.
Di çend hefteyên bûrî de, çend teqîn li navçeyên serbazî û atomî û pîşesazî yên Îranê çê bûn, hikûmeta Îranê jî ew vedigerandin pirsgirêkên teknîkî, lê rojnameya New York Times dibêje, Îsraîl li pişt beşek wan teqînan e.
S. B