Hêzeke Brîtanî bi hevkariya Pêşmerge 100 çekdarên DAIŞê kuştin

Hêzeke taybet ya Brîtanî bi hevkariya hêzên Pêşmerge, 100 çekdarên DAIŞê ku beşek ji wan Brîtanî bûn û ji zîndanên Sûriyê reviyabûn kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzeke taybet ya Brîtanî bi hevkariya hêzên Pêşmerge, 100 çekdarên DAIŞê ku beşek ji wan Brîtanî bûn û ji zîndanên Sûriyê reviyabûn kuştin.

Rojnameya Daily Mail a Brîtanî li ser zarê çend jêderên ji Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê aşkere kir, beşek ji çekdaran ji zîndanên Sûriyê reviyabûn û li navçeyên çiyayî yên Iraqê xwe veşartibûn.

Diyar kir jî,  di 10ê Nîsana bûrî de, hêzên Brîtanî operasyonek bi hevkariya hêzên Pêşmerge dabû destpêkirin û di wê operasyonê de firokeyên şer û firokeyên bêfirokxan jî bikar hetibûn.

Di operasyoneke de, roja 28ê Nîsanê, cihekî çekdarên DAIŞê li çiyayê Hemrîn hat dîtin û di encama êrîşeke esmanî de 10 çekdar hatin kuştin. Piştre jî hêzên Pêşmerge û tîmên taybet ên Brîtanyayê ew navçe pak kirin.

Wê rojnameya Bîrtanî aşkere kir, di 3 mehên bûrî de çendîn caran şer li dijî wan çekdaran derketiye û di encamê de 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Amaje bi wê jî da, piştî kuştina wan çekdaran, testên DNA ji wan çekdaran re hatin kirin û nasnameyên wan jî hatin aşkerekirin.

 

S. B