Li Efrînê teqînekê rû da.. 13 kes birîndar bûn

Li Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê 13 kes birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê 13 kes birîndar bûne.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, li nava bajarê Efrînê bombeyeke bi otombîlekê de teqiya û li gor zanayariyên destpêkê 13 kes birîndar bûne, di nava wan de 6 zarok hene.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, rewşa ewlehiya herêma Efrînê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn di nava bajêr de tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.

 

S. B