Wezîrê Derve yê Îranê: Iraqeke bihêz dixwazin
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û di yekem pêngava xwe de çû cihê ku fermandarê berê yê Feyleqa Qudis a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî hatiye kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û di yekem pêngava xwe de çû cihê ku fermandarê berê yê Feyleqa Qudis a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî hatiye kuştin.
Piştî çûna cihê Suleymanî Qasimî, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiya û herdu aliyan, pêwendiyên dualî û navçeyê guftûgo kirin.
Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, wî ligel Zerîf pêwendiyên dualî, serdanên ji bo cihên olî û çawaniya xweparastina ji vîrusa Koronayê guftûgo kirin.
Fuad Husên diyar kir jî, di civînê de tekezî li wê yekê hate kirin, ku pêwîst e rewşa herêmê bê aramkirin û rêz li serweriya herdu welatan bê girtin.
Herwiha behsa serdana şanda Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê bo Tehranê hate kirin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê di konferansa rojnamevanî de got: Pêwendiyên me yên bihêz û dîrokî bi Iraqê re heye û di şerê li dijî DAIŞê de ew yek bi ronî diyar bû.
Zerîf tekez kir, Îran Iraqeke bihêz dixwaze, ku pêwendiyên bihêz di hemû waran de hebe û got: Pêşwazî li rola Iraqê ji bo aramiya navçe û kendavê dikin.
Got jî: Pêwendiyên me yên dualî dibe sedema parastina yekperçeyîya xaka Iraqê û bi hev re jî rûbirûbûyî vîrusa Koronayê dibin, wek çawa ku bi hev re rûbirûyî terorê bûne, divê jî pêwendî û hevahengiya hevbeş di wê pirsê de hebe.
Herwiha ragihand: Tevî rewşa Koronayê, lê pêwîst e girîngî bi pêwendiyên aborî bidin. Di serdana Serokwezîrê Iraqê bo Tehranê de, tekeziyê li girîngiya zêdetir bi bazirganî û aboriyê didin. Pêştir jî pêwendiyên me yên bihêz di warê tevgera deryayî û keştevaniyê de heye. Pêwendiyên me bi Iraqê baş û dostanî ne û hevahengiya zêdetir di derbarê pirsgirêkên navdewletî û astengiyên rûbirûyî navçeyê dibin de dikin.
Wezîrê Derve yê Îranê amaje bi wê da, kuştina Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Mohendis ji aliyê Amerîka ve, astengî ji bo rûbirûbûna terorê çê kir.
Di dema gihîştina Mihemed Cewad Zerîf bo Iraqê, Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî pêşwazî lê kir û piştre jî wan serdana cihê ku Qasim Suleymanî lê hatiye kuştin kirin.
Fermandarê Feyleqa Qudis a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebomehdî Mohendis roja 3. 1. 2020an li nêzîkî Firokxneya Bexdayê ya Navdewletî ji aliyê firokeyeke Amerîkî ve hatin kuştin.
S. B