Dadgeheke Îranê koma 16 sal zîndan da 3 ciwanên Kurd

Dadgeheke Îranê cezaya koma 16 sal zîndan li 3 ciwanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dispîne, bi tometa ku di xwepêşandanan de beşdar bûne û wêneya Qasim Suleymanî şewitandine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeheke Îranê cezaya koma 16 sal zîndan li 3 ciwanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dispîne, bi tometa ku di xwepêşandanan de beşdar bûne û wêneya Qasim Suleymanî şewitandine.

Malpera “Hengaw” a Mafên Mirovan belav kir, dadgeha bajarê Seqizê bi tometa ku sala bûrî li bajarê Bane beşdarî di xwepêşandanan de kirine û wêneya Qasim Suleymanî şewitandine, ew her sê ciwanên Kurd ceza kirin.

Wê malperê nav û temenê wan her ciwanan aşkere kirin: Arman Husênzade 20 salî, Behmen Rehîmî 19 salî û Mîlad Huseynî 19 salî ye.

Diyar kir jî, dadgehê mafê hebûna parêzeran neda wan her ciwanan û rê jî neda wan ku berevaniya xwe bikin.

Li gor fermana ji Dadgeha Şoreşê ya bajarê Seqizê derketiye, li Arman Husênzade 6 sal û 7 meh, Mîlad Huseynî 6 sal û 6 meh û Behmen Rehîmî 3 sal û 6 meh zîndan hatine sepandin.

Ev di demekê de ye, hefteya bûrî Dadgeha Şoreşa Îranê li bajarê Sineyê,10 sal zîndan li mamosteya zimanê Kurdî û berpirsa Encûmena Fermangeha Komelaya Nûjîn, Zara Mihemedî sepandibû.

 

S. B