Gencîne ya hikumeta Îraqê Vala ye

Biryarderê Komîteya Darayî di Perlemanan Îraqê de aşkera dike, ku gencîneya hikumeta Îraqê ya valaye.

K24- Hewlêr

Biryarderê Komîteya Darayî di Perlemanan Îraqê de aşkera dike,  ku gencîneya hikumeta Îraqê ya valaye.

Ehmed Sefar, biryarderê Komîteya Darayîyê di Civata Nwênerên Îraqê de bi Kurdistan 24 re ragehand: Ewa niha li Îraqê derbaz dibe tenê piropaginde ye, ti pêngaveka kirokî nehatîye zanîn û heya niha ti dahat bo Îraqê zêde nebûye, belku dihêt çaverê kirin dahata Îraqê kêmtir jî bibe. Bi rastî niha gencîne ya hikumeta Îraqê vala ye û hikumet mijûlî wergirtina qerane.

Got jî: Hikumeta Îraqê razamendî wergirtîye bo qerkirina 5 Milyar dolar wek qerên derve û 15 tirilyon dînar jî wek qerên navxweyî.

Ewî perlemantarî got jî: Raste behayê petrolê  daketîye, hevdem petrola Besre bi beha ya petrola cîhanê dihête firotin, lê arîşe ewe hemû dahata petrolê li jêr destê hikumeta Îraqê nîye.