Desteya Weberhînanê pilana 133 pirojeyên çandinê darijtî ye

Pilana 133 pirojeyên çandinê ji alîyê Desteya Weberhînanê û wezaretên peywendîdar hatine darijtin ku kerta çandinê û pîşesazîyê zêdetir ber bi pêşve dibe li Herêma Kurdistanê. Bo evê mebestê jî li gel kopanya yên bîyanî jî gotûbêj kirine daku dest bi cîbicîkirinê bikin.

K24- Hewlêr

Serokê Desteya Weberhînanê dibêje; Di demeka nêzîk de, duristkirina 5 deverên pîşesazî yên giring dê bihên destpêkirin ku dibe sedema zêdekirina berhemên çandinê û samanê ajelî.

 Karên wan yên berhîyê duristkirina kêlgehên çandinê, xanîyên keskayî û fêkî û kargehe mezinên berhemhînana şîremenîyan e  li her çar parêzgehên Herma Kurdistanê. Dr. Mehemed Şukrî, serokê Deste ya Weberhînana Herêma Kurdistanê, amaje bi wê yekê dike, di destpêkê de zêdetir giringîyê bi kargehên şîremenîyê didin û gotûbêj li gel kompanyayên bîyanî hatine destpêkirin. Heweha 5 deverên pîşesazî pilan bo wan hatine duristkirin û di demeka nêzîk de dê bihên destpêkirin.

Aware Hemîd rêveberê ragehandina wezareta çandinê radigehîne, di çarçove ya wezareta wan de bo pêşxistina kerta çandinê û samanê ajelî, wan sala par destûr dane bo duristkirina 178 pirojeyên çandinê.

Desteya Weberhînanê û Wezareta Çandinê merc li ser her kompanyayekê danaye ku pirojeyên çandinê yan pêşesazîyê encam didin, %90 mifa ji destê karê navxweyî bihêt wergitin û derçûyên pişkên çandinê û pîşesazîyê di wan pirojeyan de kar bikin.