Îraq.. 2,310 kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî ya Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî  ya Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.

 Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di dema 24 demjimêrên burê de, pişkinîn bo 15,737 gumanlêkirîyên helgirên Vayrosa Koronayê  hatine kirin û ji evê hejmareyê 2,310 kes wek helgirên Vayrosa Koronayê hatine destnîşankirin.

Wek di wê ragehandinê de hatîye, 90 kesan jî di van 24 demjimêran bi sedema nexweşîya Koronayê canên xwe ji dest dane.

Hevdem 2,036 haletên başbûnê jî hatine tomarkirin.

 Heya niha li seranserî Îraqê hejmara tûşbûyên Koronayê gehiştîye 92,630 haletan. Ji evê hejmarê jî, 3,781 kesan bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dene. 60,528 kes jî bi temamî baş bûne û 28,221 kes jî di nexweşxaneyan de mane li jêr çavdêrîya pizîşkî ne. ji evê hejmarê 389 kes bi sedema necêgîrîya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya çir de ne.