Li Silêmanîyê çar kesên din bi Koronayê canên xwe ji dest dan
Li bajarê Silêmanîyê çar hevwelatîyên din bi sedema tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan.
K24- Silêmanî
Li bajarê Silêmanîyê çar hevwelatîyên din bi sedema tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan.
Di evê bwarê de, Ebullah Ehmed, cêgirê rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê û serperiştyarê veşartina qurbanîyên Koronayê bi Kurdistan 24 re ragehand, evro çar tûşbûyên Vayrosa Koronayê li nexweşxaneyên Silêmanîyê canên xwe ji dest dan.
Got jî: Dû ji wan rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne û herdû yên din jî, yek xelkê Kerkûkê ye û yê dî jî xelkê Çemçemale.