Kevrê bingehê pirojeyeka Kehrbayê li Hewlêrê dihête danan

Sube Dûşembîyê 20/7/2020 kevrê bingeha pirojeya girêdan wêstegeha Kesnezan bi xîça 132 KV li Hewlêrê dê bihêt danan.

K24- Hewlêr

Sube Dûşembîyê 20/7/2020 kevrê bingeha pirojeya girêdan wêstegeha Kesnezan bi xîça 132 KV li Hewlêrê dê bihêt danan.

Li jêr çavdêrîya Mesrûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û bi amdebûna endazyar, Kemal Mehemed Salih, wezîrê Kehrebayê û Dr. Firset Sofî parêzgarê Hewlêrê, di rêresmekê de, sube li demjimêr 10:00ê sipêdeyê li Hewlêrê kevrê bingeha pirojeya girêdana wêstgeha Kesnezan bi xîça 132KV dihêt danan.

Ev piroje bi serperiştîya Wezareta Kehrebayê di dema 60 rojan de dê bihêt encamdan û rol dê hebe li karpêkirina wêstegaha 132KV ya Kesnezanê û kêmkirina lod û rêkxistina Kehrebayê li tevaya rojhelata Hewlêrê.

Ev di demekê de ye, li 14yê evê mehê, wêstega 300 mîgawatî ya Kehreba ya Helmê li Xebat hate bikarxistin ku mifeyeka mezin hebû bo zêdekirina kehrebaya nîştîmanî.