Nêçîrvan Barzanî û Cewad Zerîf naveroka civîna xwe aşkera kirin
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Komara Îslamîya Îranê, Mehemed Cewad Zerîf piştî civîna di navbera herdûyan de li konfiranseka rojnamevanî naveroka civîna xwe aşkera kirin.
K24- Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Komara Îslamîya Îranê, Mehemed Cewad Zerîf piştî civîna di navbera herdûyan de li konfiranseka rojnamevanî naveroka civîna xwe aşkera kirin.
Puxteya axiftinên serokê Herêma Kurdistanê di wê konfiransa rojnamevanî de:
Xweşhalim di çarçove ya serdana wan de bo Îraqê, evro êvarî, me pêşwazî li wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê re kir, hun bixêr bihên bo Herêma Kurdistanê.
Em li Herêma Kurdistanê bi giringîyeka mezin li peywendîyên xwe li gel hevsûyên xwe dinerin. Îran bo Herêma Kurdistanê û Îraqê hevsûyeka giringe. Herêma Kurdistanê ti deman hevkarîyên Îranê di rojên dijwar de ji bîr nake. Îran tim wek dost û hevsû di hemû qonaxan de li gel me rawestaye. Niha jî bo Îraqê û Herêma Kurdistanê peywendîyeka dostane li ser binema ya rêz û berjewendîyên hevpişik li gel Komara Îslamî ya Îranê pêwîstîyeka li pêş û gelek giringe.
Herêma Kurdistanê peywendîyak kevnar, dîrokî, abûrî,civakî, kelturî û bizaveka bazirganî li gel Komara Îslamî ya Îranê heye. Berfirehkirina hevkarî û hevpişkîya Îraqê û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî ya Îranê di wan bwaran de ku pêwîst û cihê giringîdana herdû alîyane, xwazteka berdewama Herêma Kurdistanê ye û me tim kar li ser wê yekê kirîye û berdewam jî dibin.
Li gel cenabê wezîrî, me peywendîyên herdû alîyan û dawî pêşhatên rewşa deverê û pêgeh û rolê giringê Îranê di hevkêşeyên deverê de gêngeşe kirin û me tekez kir li ser pêwîstîya aramî û akincîyê li Îraqê û deverê û danûstandin bo çareserkirina arîşe û alzîyan.
Me behsa belavbûna derde Koronayê û bandora wê kir, bi taybet di bwarê abûrî de. Herweha bandorên wê li ser hatinûçûnê li derîyan li gel Komara Îslamî ya Îranê û çawnîya berengarbûna wî derdî û ezmûna Îranê di evî bwarî de û çend pirsên din yên cihê bayexa herdû alîyan bûn; me gengeşe kirin.
Dixwazim supasîya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexda û serkonsulê Îranê li Hewlêr û Silêmanîyê bikim ku roleka berdewam û berçav hebûne di pêşxistina peywendîyên herdû alîyan de.
Dûbare cenabê wezîr tu bixêr hatî bo Herêma Kurdistanê.
Puxteya axivinên wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê:
Xwîşk û birayên xoştivî li Herêma Kurdistanê..
Birayê xoştivî û hevalê xoştvî serokê Herêma Kurdistanê..
Gelek supas bo evê pêşwazîya gerim li Hewlêra pir bedew, li min hatîye kirin û supasîya te dikim û gelek xweşhalim bo cara sêyem di dema berpirsyarî ya wî de delîve bo min hat serdana Herêma Kurdistanê bikim.
Bo me welatê Îraqê bi hemû pêkhateyên wê ve, olî û neteweyî ve, wek hevsûyek bo me gelek girinege. Em dixwzin me peywendîyeka dostane hebe li gel Îraqê, gelek xweşhalîn. Me peywendîyeka gelek nêzîka kelturî heye, û peywendîyeka malbatî heye li gel Herêma Kurdistanê. Me peywendîyeka baş a abûrî li gel Herêma Kurdistanê heye. Peywedîyên me li gel Îraqê berdewam di geşekirinê de ye. dilxweşîn ku Koronayê jî nekarî rêgirîyê li wan peywendîyên abûrî li gel Îraqê bike û bi taybetî li gel Herêmê. Derîyên sinûrî berdewam vebûyî bûn û me amadeyî ya wê yekê heye li beranber evê Vayrosa metirsîdar li gel dostên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê û deverê hevkarîyê bikin û bikarin ezmûna xwe bixin di xizmeta dostên xwe de.
Em amadene zêdetir geşeyê bi peywendîyên xwe yên abûrî bidin. Pirojeyên dirêjdem di bwarê pêşesazîyê û rêya asinîn û bwarê wizeyê li gel Îraqê encam bidin.
Hêvîdarin di serdane roja Sêşembîyê bo Îranê, serok wezîrên Îraqê bikare zemîneya evan hevkarîyan berfirehtir bikin.
Careka dî supasîya birêz Nêçîravan Barzanî û Hikumeta Herêma Kurdistanê û berpirsên din yên Herêma Kurdistanê dikim bo evê mihvandarîyê û hêvîdarim her roj peyendîyên me li gel Herêma Kurdistnê berdewamtir û bihêztir bibin. Bîranîna şehîd Suleymanî dikin ku roleka baş hebû li hevkarîkirinê li gel çekdar û Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li beranber Daişê bo nehêştina metirsîyan û alîakar bû. Em bîranîna wî bilind dinirxînin û hêvîdarin birayetîya me li gel Herêma Kurdistanê û Îraqê bi berdewam bimîne. Careka dî supasîya hewe dikim.
