Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf pirsên di navebra Hewelêr û Tehranê de gengeşe dikin
Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li wezîrê derve yê Komara Îslamî Îranê, Cewad Mehemed Zerîf û şanda pê re.
K24- Hewlêr
Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li wezîrê derve yê Komara Îslamî Îranê, Cewad Mehemed Zerîf û şanda pê re.
Di vê bwarê de, ragehandina serokê hikumeta Herêma Kurdistanê belav kirîye, di civînê de gotûbêj hatin kirin derbarê pêşxistina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamîya Îranê, bi taybetî di bwarê vegurtinên bazirganî de. Herweha tekez hate kirin li ser hevahengîkirina herdû alîyan bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê.
Herweha xuya kirîye, di tewereka dî ya civînê de, rewşa Îraqê û deverê hatîye genegeşekirin. Herdû alî hev nerîn bûn li ser çareserkirina arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedrala Îraqê de li ser binema destûrê li berjewendî ya tevaya hevwelatîyên Îraqê de ye.



