Şandeke Wezareta Berevaniyê Iraqê li Hewlêrê bi Wezareta Pêşmerge re dicive

Ji bo pirsa dagirtina vala ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdariya Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo pirsa dagirtina vala ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdariya Herêma Kurdistanê, şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê gihîşt Hewlêrê û bi şanda Wezareta Pêşmerge re dicive.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, îro şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê gihîşt Hewlêrê û bi şanda Wezareta Pêşmerge re çend pirsên di navbera wan de guftûgo dike.

Peyamnêrê me li ser zarê Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer got: Di civîna bûrî de, ew bi şanda Wezareta Berevaniya Iraqê re ji bo hevahengiyê lihev kirin, lê negihîştin rêkeftina dawiyê

Diyar kir jî: Wezareta Pêşmerge bi şanda Wezareta Berevaniya Iraqê re gotiye, ji niha û pê ve artêşa Iraqê li her cihekî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê operasyonê bike, dive hêza Pêşmerge jî beşdar be. Herwiha li wan navçeyan divê xalên hevbeş hebin, ji bo valahiya ewlehiyê bê dagirtin, ji ber ku niha şaneyên razayî yên DAIŞê li wir kiryarên terorî dikin.

 

S. B