Wezareta Navxwe: Ti rastiya nûçeya radestkirina şervaneke YPJê bo Tirkiyê nîne

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ronîkirinê derbarê tometên, ku kesek bi navê (Daliya Mehmûd Muslim) li Herêma Kurdistanê radestî Tirkiyê bûye de belav dike û radigihîne, ti rastiya vê nûçeyê nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ronîkirinê derbarê tometên, ku kesek bi navê (Daliya Mehmûd Muslim) li Herêma Kurdistanê radestî Tirkiyê bûye de belav dike û radigihîne, ti rastiya vê nûçeyê nîne.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di ronîkirinê de diyar dike: Di derbarê tometên, ku kesek bi navê (Daliya Mehmûd Muslim) li Herêma Kurdistanê xwe radestî Tirkiyê kiriye, bi pêwîstî dizanin ku raya giştî agahdar bike ku ti rastiya vê nûçeyê nîn e, belkû nûçeyeke xapandinê ye, ji bo veşartina rastiya mijarê ye.

Di ronîkirina Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de hat: “Dalya Mehmûd Muslim ya naskiriye bi (Viyan Şervan) piştî dest ji YPJê berdide, ligel çekdarekî din ê xelkê Bidlîsa Bakurê Kurdistanê yê bi navê (Selam Remezan, bi navê Tolhildan naskirî ye) ku di nava rêzên YPGê de bû, pêwendiya xweşewîstiyê dirust dikin û herdu bi hev re biryara destberdanê didin û direvin.

Herwiha daxuyanî diyar dike: Selam Remezan roja 9. 7. 2020an bi dilê xwe vedigere Tirkiyê û piştre Dalya Mehmûd Muslim ji bo pêwendîkirina bi Selam re, roja 14. 7. 2020an bi qaçaxî diçe Tirkiyê û piştre li bajarê Mêrsînê xwe radestî polîsa Tirkiyê dike. Ji ber wê Herêma Kurdistanê bi ti awayekî pêwendiya wê bi vê babetê re nîne.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêjeRagihandinên YPGê li şûna ku tometan belav dikin, heq e wê pirsê ji xwe bikin, ji bo xelk dest ji rêzên wan berdide û amade ne ji bo derbasbûn ji gefên wan, bi riya qaçax xwe dixin metirsiyê.

Herwiha tekez dike: Dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de amadehiya xwe ya temam ji bo lêkolînê derdibire. Herêma Kurdistanê wek her dem penageheke aram ji ewên berê xwe didinê re dimîne û ev nûçeyên çavpoş jî, ti bandorekê li ser helwesta wê ya neguhêr nake.

 

S. B