“Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye”
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de li Germiyanê ragihand, rewş metirsîdar e û Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye.
Dr. Saman Berzincî diyar kir, rêjeya mirina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê ji sedî 3.4 e û take çareserî, xwaparastina welatiyan e.
Wezîrê Tendirustiyê diyar kir, pêwîst e welatî xwe hoyî rênimayên xweparastinê bikin, ta rewşa Koronayê aram dibe.
Ev di demekê de ye, heta niha 10 hezar û 851 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, ji nava wan jî 412 kesan canê xwe jidest dane û 5 hezar û 938 kes jî baş bûne.
S. B