Kevrê bingeha pirojeyeka dî ya giringa kehrebayê hat danan
Evro li jêr çavdêrîya Mesrûr Bazanî, serokê hikumeta Herêms Kurdistnê û bi amadebûna Kemal Mehemed Salih, wezîrê Kehrebayê û Dr. Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê di rêresmekê de, kevrê bingeha piroje ya girêdana wêstgeha Kesnezan bi xîça 132 KV hat danan.
K24- Hewlêr

Ev piroje bi serperiştîya Wezareta Kehrebayê di dema 60 rojan de bihêt encamdan û rol dê hebe li bikarxistina wêstgeha 132 KV ya kesnezanê û kêmkirina Lodê li ser Keherebayê û rêkxistna Kehrebayê li tevaya devera Kesnezan û li pişkeka rojhelata Hewlêrê.
Ev piştî wê yekê dihêt li hefte ya burî, 14/7/2020 bi amadebûna Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pirojeya wêstgeha Kehrebaya helmê ya Xebat bi zêdetir ji 564 milyon dolaran hatîye cîbicîkirin, li gor axivtinên wezîrê Kehrebayê ev piroje bi rêjeya %10 Kehrebaya Herêma Kurdistanê zêde dike.