Li Îraqê 88 kesên din bi Koronayê canên xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê amara bandora Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê amara bandora Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, ragehand.

Li gor ragehandine wezareta Tenduristîya Îraqê di dema 24 demjimêrên burî de, pişkinîna pizîşkî bo 16 hezar û 498 kesan hetîye kirin û tuşbûna 2 hezar û 163 kesan bi Vayrosa Koronayê hatîye piştrastkirin.

Wek di ragehandinê de hatîye, di şevek û rojekê de, 88 kesan bi sedema nexweşîya Koronayê canên xwe ji dest dane.

Hevdem 2 hezar û 308 haletên başbûnê jî hatine tomarkirin.

Heya niha hejmara tevay wan kesên li seranserî Îraqê tûşî Vayrosa Koronayê bûne gehiştîye 94 hezar û 693 haletan. Ji evê hejmarê jî, 3 hezar û 869 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane û 62 hezar û 836 kes jî bi temamî baş bûne. Herweha 27 hezar û 988 kes jî di nexwşxaneyan de, li jêr çavdêrîya pizîşkî ne. Ji evê hejmarê jî 431 kes bi sedema neakincîya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya zêde dane.