Tûşbûyekê dî yê Koronayê li Raperîn canê xwe ji dest da
Di ragehandinekê de, rêveberîya giştî ya tenduristîya Raperîn mirina tûşbûyekê dî yê Koronayê ragehand.
K24- Raperîn
Di ragehandinekê de, rêveberîya giştî ya tenduristîya Raperîn mirina tûşbûyekê dî yê Koronayê ragehand.
Di wê ragehandinê de hatîye, piştî razandina wî bo dema çend rojan li navenda nexweşîyên guhêzok li Ranye, evro Dûşembîyê hevwelatîyekê dî li sinûrê rêveberîya Raperîn bi nexweşîya Koronayê koça dawîyê kir.
Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin, ku ew kesê can xwe ji dastdaye, zelamekê temen 70 salîe û rûniştvanê bajarokê Çarqurne ye û berê jî nexweşîyên demdirêj hebûne.
Heya niha li sinûrê rêveberî ya Raperîn 17 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane.