Wezîrê petrola Îranê: Ti dewleteka bîyanî amade nîye girêbestan li gel Îranê wajû bike

Wezîrê petrola Îranê, Bêcan Zengene got: Ti dewleteka bîyanî amade nîye girêbestên petrolê li gel welatê wî di vê demê de wajû bike.

K24- Hewlêr

Wezîrê petrola Îranê, Bêcan Zengene got: Ti dewleteka bîyanî amade nîye girêbestên petrolê li gel welatê wî di vê demê de wajû bike.

Zengene got jî: Hindistan poşman bû ji wajûkirina girêbestê li gel Îranê derbarê pêşxistina bîyava Ferzad ya gazê.

Ev axivtinên wezîrê petrola Îranê li perawêza wajûkirina girêbestekê li gel Çînê hat derbarê pêşxisina bîyava Azadkan ya gaza suriştî li başûrê Îranê.

Herweha Zengene got: Bi rêya evê bîyavê 25 milyon Ten li şîyana berhemên petrokîmyawî ya Îranê zêde dike û berhemê petrokîmyawî yên Îranê digehîne 100 milyon Tenan û behaya şandinan dibe 25 milyar Dolar.

Zengene berevanî ji rêkkevtina stratîcîya di navbera Tehran û Pikînê de kir û got: Li gor evê rêkkevtinê me di pîşezazîyên petrolî de, harîkarîya dirêjdem li gel Çînê dê hebe.

Herweha got: Îran amade ye wek van rêkkevtinan li gel her dewletek dî bike tenê Îsrayîl nebe. Amaje kir jî, ku di dema dorpêçên Emerîkayê de jî; Îranê rê li pêş konteratkar û weberhênerên Emerîkî negirtîye ku kar di Îranê de bikin.

Zengene red kir jî, Tehranê îmtiyazat dabin Çînê di wê rêkkevtinê de bo kirrîna petrola Îranê û tekez kir, Çînê jî ew yek ji me daxwaz nekirîye.

 

Çavik: RT