Polîs: Berpirsê ragehandina Daişê li Kerkûkê hate girtin
Fermandeyê Polîsên Ithadî di beyannameyekê de, evro Dûşembîyê belav kir û ragehand, li navenda Kerkûkê berpirsê ragehandina çekdarên Daişê hate giritin.
K24- Hewlêr
Fermandeyê Polîsên Ithadî di beyannameyekê de, evro Dûşembîyê belav kir û ragehand, li navenda Kerkûkê berpirsê ragehandina çekdarên Daişê hate giritin.
Di wê beyannameyê de ku wêneka wê bi dest Kurdistan 24 ketîye, hatîye, li ser binemaya zanyarîyê hûr yên hewalgirî û bawerpêkirî, hêzeka polîsên Ithadî şîyan kesekî bigirin, ku tuhmetbare bi wê yekê ku berpirsê ragehandina rêkxistîya Daişe li Kerkûkê.
Di beyannameyê de, ew yek jî haîtye, ew kesê hatîye giritin di dema dagîrkarîya Daişê de li (Dîwana Xiametguzarîya ) Daişê kar kirîye û pişikdarî di hejmareka kiryarên teroristî de li dijî hêzên ewlekarîyê û hevwelatîyan kirîye,
Xûya jî kirîye, ew kes li malekê li navenda parêzgeha Kerkûkê hatîye girtin û dadgeh li gor madeya çar a terorê biryara girtina wê derketîye û tîmên ewlekarîyl bi ser cihê akincîbûna wî dadan û şîyan wî bigirin.