Îsmaîl: Danûstandinên bi PYNK “ne rasterast” berdewam in

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl radigihîne, danûstandina her aliyekî bi aliyê gerentîkar Amerîka û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re berdewan in

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl radigihîne, danûstandina her aliyekî bi aliyê gerentîkar Amerîka û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re berdewan in

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê û Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl li ser danûstandinên Kurdî – Kurdî ji K24 re ragihand, di qonaxa yekem ya danûstandinan de lihevkirin li ser nerîna siyasî çê bû û ji bo qonaxa duyem jî hevtêgihîştinek çê bû ku rêkeftina Duhokê ya sala 2014an bibe bingeha danûstandin û rêkeftineke giştî li ser ava bibe.

Aşkere kir: Qonaxa duyem, qonaxa bicihkirinê ye, ji ber wê jî hinek zehmetî hene. Niha danûstandin bi aliyê gerentîkar Amerîka û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re berdewan in, lê ne di navbera herdu şandan de. Hêvîdar in di demeke nêzîk danûstandinên rasterast destpê bibin.

Diyar kir jî: Her aliyek nerîna xwe derbarê vê qonaxa duyemîn de pêşkêş dike, bi taybet di derbarê lêvegerê û desthilat û rola rêveberiyê de. Ev mijar û hûrgiliyên wê pêwîstiya wan bi guftûgoya zêdetir heye.

Li ser roja Amerîka di van danûstandinên Kurdî – Kurdî de Îsmaîl da zanîn, danûstandin bi navbênkariya Şandeyê Wezareta Derve ya Ameîrka berdewam e û her dem pêwendiya wî bi Wezîrê Derve Mike Pompeo re heye. Amerîka roleke gelekî girîng dibîne, ji ber ku ew kar li ser nêzîkbûna nerîna herdu aliyan di derbarê rêkeftinê de dike.

Li ser pirsa derbasbûna Pêşmergeyên Roj diyar kir, ev xaleke sereke ya danûstandinan, lê hîna danûstandin di pirsên serbazî û ewlehiyê de çê nebûne. Di rêkeftina Duhokê de behsa wan mijaran bûye û ew xaleke sereke jî tê de, lê heta niha guftûgo di derbarê hûrgiliyên wê pirsê de nebûne. Vegera Pêşmergeyên Roj gelekî girîng e, herdu aliyan jî tekez kirine ku rêkeftina giştî ya bê îmzekirin, dê di ware siyasî, rêveberî û serbazî be.

 

S. B