Çalakvaneke Almanî li Bexdayê hat revandin

Çalakvaneke jin a Almanî li Bexdayê ji aliyê hejmarek çekdarên nenas ve hat revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çalakvaneke jin a Almanî li Bexdayê ji aliyê hejmarek çekdarên nenas ve hat revandin.

Li gor ajansa “AFB” belav kir, çalakvaneke jin a Almanî bi navê Hella Mewis ku rêvebira beşê rewşenbîrî ya Peymangeha Gotê ya Almanî ye, duhî li Bexdayê ji aliyê hemarek çekdarên nenaskirî ve hat revandin.

Hat ragihandin, Hella Mewis demjimêr 20:00 li nêzîkî navenda Gotê ji aliyê grûpekê li otombîleke Pickup û motorsîklekê siwar bûbûn, hate revandin.

Hella Mewis ji sala 2015an ve li Bexdayê ye û piştevaniya projeyên rewşenbîrî yên ciwanan dike, taybet di ware hunerê de.

Li Bexdayê her car revandin û kuştina çalakvan, rojnamevan û akdemisyenan rû didin, berî çend rojan jî akademisyenê Iraqê Hîşam El Haşimî li pêş mala xwe li Bexdayê hatibû kuştin.

 

S. B