Li Îranê 229 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 229 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 229 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 625 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 229 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 278 hezar û 827 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 14 hezar û 634 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 242 hezar û 351 nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar 589 kesan ne cîgir e.
S. B