Iraqê pêketina 2446 kesan bi Koronayê tomar kir
Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bûr de, 81 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bûr de, 81 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de balav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 446 pêketiyên vîrusa Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin û 81 kesan bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîştiye 97 hezar û 150 kesan, ji wan 64 hezar û 950 kes baş bûne û 3 hezar û 950 kesan jî canê xwe jidest dane.
Li Herêma Kurdistanê bi tenê, heta niha pêketina 11 hezar û 109 kesan bi Koronayê hatine tomarkirin, ji wan jî 419 kesan canê xwe jidest dane.
S. B