Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li Zaxo pêşwazî kir li xanim Miryem Elî hevjîna şehîd û dayîka sê şehîdan
Evro Sêşembîyê 12/7/2020 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li bajarê Zaxo pêşwazî kir li xanim Miryem Elî Osman ku hevjîna şehîd Ehmed Mela Gulî û dayîka sê şehîdane bi navên (Murad, Samî û Nezîr) herweha nevîyekê wê jî şehîde bi navê Şeiban Xelêl Şeiban.
K24- Hewlêr

Serokê hikumetê li rewşa tendiuristîya wê û jîyara malbata wê pirsî û amaje bi wê yekê da ku erkê me yê serekî xizîmetkirina kesûkarên serbilind û serfirazên şehîdan e û ti tiştek di şîyana me de hebe em dê bikin bo xizmetkirina wan, çunku ev destkevtên me hene berhemê xwîna şehîdên me ne.