4 kesên din li Germîyan bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dan

4 kesên din li sinûrê rêveberîya Germîyan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan û hejmara tûşbûyn jî gehişte zêdetir ji hezar û 900 kesan.

K24- Germîyan

4 kesên din li sinûrê rêveberîya Germîyan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan û hejmara tûşbûyn jî gehişte zêdetir ji hezar û 900 kesan.

Çavkanîyekî ji Rêveberîya Giştî ya Tenduristî ya rêveberîya Germîyan taybet bi Kurdistan 24 ragehand,  evro 4 kesên din bi sedema Koronayê li sinûrê Rêveberîya wan canên xwe ji dest dane,

Aşkera jî kir, ewên canên xwe ji dest dane 2 jin û 2 zelam in.

Ewî çavkanî ku nexwazt amaje bi navê wî bihêt kirin got jî: Heya niha 57 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê li sinûrê rêveberîya Germîyan canên xwe ji dest dane û hezar û 914 haletên tûşbûnê jî bi Koronayê li wê deverê hatine tomarkirin. Ji evê hejmarê jî 420 kes bi temamî baş bûne.