Bi biryara Mesrûr Barzanî bi 50 milyar Dînar proje li Zaxo tên bicihkirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana Zaxo kir û biryar da çend projeyan li wê qezayê bêne bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana Zaxo kir û biryar da çend projeyan li wê qezayê bêne bicihkirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji Zaxoyê ve ji K24ê re ragihand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçova serdana bo Zaxoyê de biryar da, birê 50 milyar Dînar proje li Zaxoyê bên endamdan.

Diyar kir jî, ji wan projeyan, ava Batîfa û derdora wê, nûjenkirina riya Zaxo – deriyê sînorî ya Îbrahîm Xelîl û hin projeyên din in.

Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Zaxoyê piştî wê tê, Mesrûr Barzanî duhî kevirê bingehê yê herêma pîşesaziya xwarekê li Duhokê danî, ku mezintirîn projeya stratejîk e li parêzgeha Duhokê ye. Herwiha ew dibe mezintirîn herêma pîşesaziya xwarekê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Di heyama 10 rojên bûrî de, ev çaremîn projeya ku ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kevirê bingehê ji bo wan tê danîn yan dikevin kar, ji bilî projeyên li Zaxo û Duhokê, kevirê bingehê yê projeya riya 100 metrî ya Silêmaniyê hat danîn û projeya wîsgeha elektirîkê ya 300 mîgawat li Hewlêrê kete kar.

 

S. B