Rêber Ehmed: Sanahîyên zêdetir dihêne kirin bo hatinûçûnê di navbera Hewlêr û Silêmanîyê de

Wezîrê navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, çê nabe rêyên hatinûçûnê bi temamî bihên vekirin û desthelata temam bi parêzgarên Hewlêrê û Silêmanîyê hatîye dan; daku kar bi rêpêdana eliktronî bikin û sanahîyên zêdetir bo hevwelatîyan bikin.

K24- Hewlêr

Puxeteya axivtinên wezîrê navxwe:

  • Nihs firokexane amade nîne bo geştên nêvdewletî û me daxwaz ji wan kirine heya 1ê meha dahatî karûbarên xwe rêk bikin û amadekarîyê bikin bo destpêkirina geştan.
  • Tekz hat kirin li ser kerenîtnekirinê di mal de.
  • Hatinûçûn di navbera Herêm û parêzgehên din yên Îraqê wek xwe dimînin û bizava bazirganîyê dihêt zêdekirin bi taybetî bazirganîya pelewerî û çandinî.
  • Hatinûçûn, yek e ji xwazteka serekî ya hevelatîyan e, bi taybet hevwelatîyên parêgehên Hewlêr û Silêmanîyê û me desthelata zêdir daye parêzagarên Hewlêr û Silêmanîyê daku rêkarên pêwîst bigirin ber û ew jî sanahîyên zêdetir digirin ber û bi rêpêdan eliktronî kar dihête kirin.