Li Herêma Kurdistanê 3 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
Li nexweşxaneyeke Hewlêrê 2 pêketiyên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nexweşxaneyeke Hewlêrê 2 pêketî û li bajarê Silêmaniyê jî pêketiyekî bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Rêvebirê Nexweşxaneyan Rizgarî li Hewlêrê Botan Ebdulqadir ji K24ê re ragihand, îro danê sibê 2 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan.
Got jî: Ji koma 158 nexweşên Koronayê, pêwîstiya 110 nexweşan bi oksicînê heye û rewşa 8 nexweşan ne cîgir e û di bin amûreya hensadana destkird de ne.
Li Silêmaniyê jî Rêvebirê Nexweşxaneya Tahir Elî Welî Beg Azad Hewramî ji K24ê re diyar kir, îro danê sibê pêketiyekî Koronayê canê xwe jidest da.
Diyar kir jî, ji koma 20 pêketiyên Koronayê, li nexweşxaneya wan rewşa 3 pêketiyan gelekî xirap e.
Ev di demekê de ye, li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê gihîştiye 11 hezar û 361 kesan, ji wan jî 435 kesan canê xwe jidest dane.
S. B