Artêşa Tirkiyê welatiyekî sivîl li ser riya M4 birînda kir

Otombêleke sivîlan li ser riya M4ê di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê de bi guleyan hat armanckirin û sivîlek birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Otombêleke sivîlan li ser riya M4ê di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê de bi guleyan hat armanckirin û sivîlek birîndar bû.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, îro danê sibê li ser riya M4 li gundê Hoşan ê di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê de, otombîleke sivîlan bi guleyan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat armanckirin û di encamê de, kesekî sivîl birîndar bû.

Riya navdewletî M4, riya sereke ya di navbera Heleb û Qamişlo de ye, ji dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, hatibû girtin û her car jî dihat topbarankirin.

Demek e jî bi gerentiya Rûsya û Tirkiyê, riya M4 vebûye, lê car caran jî otombîlên sivîlan tên armanckirin.

 

S. B