Hevşaredarê Êlihê hate binçavkirin

Hevşaredarê Êlihê yê HDPê Mihemed Demir yê ji kar hatibû dûrxistin, hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarê Êlihê yê HDPê Mihemed Demir yê ji kar hatibû dûrxistin, hate binçavkirin.

Hevşaredarê Êlihê Dr. Mihemed Demîr roja 23ê Adara bûrî ji kar hatibû dûrxistin, di çarçoveya lêpirsînekê de hate binçavkirin.

Li gor zanayariyan, Demir ji ber doza sala 2018an ya ku li hember wî hatibû vekirin, hat binçavkirin. Lêpirsîna wî li navenda ewlekariyê berdewam e

HDPê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de, 65 şaredarî bidest xistibûn, bi dûrxistin, betalkirin û destdanîna ser şaredariyan wê partiyê de, niha tenê 10 şarederî di destê wê de mane.

 

S. B