Li Îranê 219 kes bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 219 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 219 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 586 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 219 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 281 hezar û 413 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 14 hezar û 853 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 244 hezar û 840 nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar 600 kesan ne cîgir e.
S. B