Perwîn Îbrahîm: Partiya Beis naxwaze dengê kesekî di Parlemanê de hebe

Encamên hilbijartinên Perlemana Sûriyê diyar bûn, kandîdeke Kurd jî dibêje: Partiya Beis sextekarî di hilbijartinan de kirine û rê nade dengê kesekî di Parlemanê de hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encamên  hilbijartinên Perlemana Sûriyê diyar bûn, kandîdeke Kurd jî dibêje: Partiya Beis sextekarî di hilbijartinan de kirine û rê nade dengê kesekî di Parlemanê de hebe.

Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê (Parleman) roja 19 vê mehê birêve çûn, tevî ku ENKS û Partiyên Kurdî beşdarî tê de nekirin û Rêveberiya Xweser red kir sidoqên hilbijartinan li herêmên di bin kontrola wê de bên danîn, lê hejmarek ji Kurdan xwe kandîd kirin.

Kandîda Kurd û Serokê Partiyan Ciwanan a ji bo Avakirin û Guhartinê Perwîn Îbrahîm ji K24 re dide zanîn ku Partiya Beis qebûl nake, dengê kesekî hebe derbasî perlemantoyê bibe, loma wan sextekarî di encamên hilbijartinan de kirin û bi tenê kesên Beisî di hilbijartinan de biser ketin.

Got jî: Pêştir Kurdên di nava Partiya Beis û partiyê Eniya Demokratî ya Pêşverû derbasî nava parlemanê kirin, lê dengê wan di parlemana Sûriyê de tune bû û nedikarîn biaxivin.

Duhî jî Partiyan Ciwanan a ji bo Avakirin û Guhartinê di daxuyaniyekê de belav kiribû, li parêzgeha Hesekê gelek sextekarî di hilbijartinan de hatibû kirin û ragihandibû wan gilî li Komîta Dadwerî ya Hesekê di vê derbarê de vekirine.

 

 

S. B