Li Qamişlo avahiyek hat kerentînkirin
Di çarçova rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, li bajarê Qamişlo avahiyek hat kerentînkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçova rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, li bajarê Qamişlo avahiyek hat kerentînkirin.
Peyamnêra K24ê li Qamişlo da zanîn, Desteya Tendirustiyê ya Cizîrê ji ber gûmana hebûna 2 haletên pêketina bi vîrusa Koronayê ku Şamê vegeriyabûn, duhî avahiyek kerentîne kir. Testên PCR ji wan hate kirin, lê heta niha encamên wê derneketine.
Di wê derbarê de Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Cizîrê Dr. Menal Mihemed ji K24ê re ragihand, ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê wan hemû amadehiyên xwe kirine û gelek biryar jî derkirine, bi taybet li deriyên sînorî.
Diyar kir jî, her kesê ji derve derbasî herêmên wan bibe û gûmana pêketina bi Koronayê lê hebe, testên pêwîst ji wan re tên kirin û tedbîr têne girtin.
Heta niha 2 haletên pêketina bi vîrusa Koronayê li bajarê Hesekê hatibûn tomarkirin û herdu halet jî baş bûn.
S. B