Hêmin Hewramî: Firkasyonek bi tenê nekare kontirola karûbarên Perlmenaê bike
Cêgirê seroka Perlemana Kurdistanê ragehand, Perleman mulkê ti partîyan nîye û firaksyonek bi tenê nekare kontirola karûbarên Perlemanê bike.
K24- Hewlêr
Cêgirê seroka Perlemana Kurdistanê ragehand, Perleman mulkê ti partîyan nîye û firaksyonek bi tenê nekare kontirola karûbarên Perlemanê bike.
Hêmin Hewramî, cêgirê seroka Perlemana Kurditstanê ragehand, Perleman mulkê ti Partîyekê nîye, û fiakisyonek bi tenê nekare kontirol û tehekumê bi rewşa nav perlemanê ve bike. Perleman mulkê xelkê Kurdistanê ye û 16 firaksyon têde hene, bi tenê firaksyonek nekare biryarê li ser karûbarên Perlemanê bide.
Got jî: Em di desteya serokatîyê de, li gor peyrewê berpirsin ji rêvebirina rewşa Perlemanê, wek perleman me daxwzîyek arasteya hikumetê kirîye û bersiva me hatîye dayîn drerbarê amadebûna wezîran li perlemanê. Hikumetê bersiva perlemanê daye, ku di civîna roja Yekeşembîya dahatî de, wezîrên Pêşmerge, Navxwe, wezîrê Herêmê û serperiştyarê demkî yê deverên Kurdistanî dê bihên Perlemanê.
Cêgirê seroka Perelemana Kurdistanê aşkera jî kir, yasa ya firotin û bi kirêdana mulkên dewletê di van dû rojan de, ji hikumetê ve dihêt şandin bo Perlemanê û vexwîndina yekem bo wê dihête kirin.
Amaje bi wê yekê jî da, li gor wan peywendî û danûstandinên şeva burî me encam dane, ez rêgirîyeka weha nabînim li pêşîya civîna dahatî ya Perlemanê.