Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Konsulê nû yê Emerîkayê li Herêma Kurdistanê
Evro Çarşembîyê, 22/7/2020 serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşewazî kir li Rob Woler, konsulê giştîyê nû yê Emerîkayê li Herêma Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Evro Çarşembîyê, 22/7/2020 serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşewazî kir li Rob Woler, konsulê giştîyê nû yê Emerîkayê li Herêma Kurdistanê.
Di dîdarê de, rewşa Îraq û deverê û peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Emerîkayê de hatin gotûbêjkirin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbahîya destbikarbûnê li konsulê giştîyê nû yê Emerîkayê kir û hêvîya serkevtinê bo xwazt di erkên xwe de ji bo zêdetir pêşxistina peywendîyên di navebra Herêma Kurdistanê û Emerîkayê de
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî jî, li Stîvin Feygin Konsulê berê yê Emerîkay li Herêmê kir bi bone ya erkê nû yê wê di balyozxane ya Emerîkayê de li Bexda û hêvîya serkevtinê bo wî xwazt.
Konsulê Giştî yê Emerîkayê amaje bi giringîya bihêzbûna peywendîyên Emerîkayê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê kir û amadeyî ya welatê xwe nîşan da bo harîkirna Herêma Kurdistanê di geşepêdana abûrî de bi taybet di warê wize û çandinê de.



