Li Îraqê 92 kesên din bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên Vayrosa Koronayê li seranserî welat, bi herêma Kurdistanê ve jî, belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên Vayrosa Koronayê li seranserî welat, bi herêma Kurdistanê ve jî, belav kir.

Li gor ragehandina wezareta Tenduristîya Îraqê di dema 24 demjimêrên burî de,  2,706 kesên din bi Koronayê ketine. Herweha 92 kesan jî her bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane.

Hevdem 2,197 haletên başbûnê jî ji wê nexweşîyê hatine tomarkirin.

 Heya niha hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Îraqê gehiştîye 99,865 haletan. Ji evê hejmarê 4,042 kesan canên xwe bi sedema wê Vayrosê canên xwe ji deset dane. 67,147 kes jêî bi tememî bşa bûne. 28,676 kes jî di nexweşxaneyan de mane li jêr çavdêrîya pizîşkî ne, ji evê hejmarê jî 441 kes bi sedema naakincîya tenduristîya wan di bin çavdêrîya çir de ne.