Bi sedema teqîna mînekê şivanekî canê xwe ji dest da

Bi sedema teqîna mînekê şivanekî canê xwe ji dest da

K24- Soran

Dr, Hawser Ebulrehman, rêveberê nexweşxane ya Aştî ya engavîyan li Soran bi Kurdistan 24 ragehand, êvarîya Evro,  Çarşembîyê hevwelatîyek bi binavê Dilşad Ebdulrehman Hemed, ji daykbûyê sala 1973ye, ber mînekê ketibû û bi sedema jidestdanan pî yê çepê milê Rastê canê xwe ji dest da û laşeyê wî gehandin pizîşka Dad a Soranê.

Herweha got: Dûv re termê wî radestê kesûkarên wî hatîye kirin.

Li gor zanyarîyên Kurdistan 24, ew hevwelatî, şivan bûye. Li zozana Berdebûk li devera Balkatî, di dema çerandina pezên xwe de, mînek bi wî re teqîye û canê xwe ji dest daye.

Ew şivan Rûniştvanê gundê Mawan e li dola Rostê, ser bi nahye ya Simîlan a qeza ya Çoman, xwedî malbate  û di goga xwe de, xelkê gundê Gerwan e li qeza ya Şeqlawe.