Hevpeymaniya Navdewletî: Hîna pêwîstiya Iraqê bi me heye

Fermandarekî Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne, Iraq nikare bi tena xwe rûbirûyî grûpên teroristî bibe, ji ber wê Amerêka dê bi hevkariya wê berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarekî Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne, Iraq nikare bi tena xwe rûbirûyî grûpên teroristî bibe, ji ber wê Amerêka dê bi hevkariya wê berdewam be.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê General Kenneth Ekman li Bexdayê ji rojnamevanan ragihand, bi têkçûna hêza DAIŞê re, di pêşerojê de hejmara serbazên Amerîkî li Iraqê kêm dikin.

Got jî: Di rûbirûbûna DAIŞê de, hîna pêwîstiya Iraqê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî heye, bi taybet di warê plandanîn û zanyariyên hewalgîriyê û çavdêriya esmanî de heye. Hêzên Hevpeymanan jî di sînorê van waran de dê bi hêzên Iraqî re kar bike.

Ev daxuyaniya wî generalê Amerîkî di demekê de ye, tevî şikandina DAIŞê, lê hîna tevgera wan teroristan li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye û gelek caran jî êrîşan dike.

Heta niha 5 hezar û 200 serbazên Amerîkî li Iraqê hene û di çarçoveya hevhengiya bi hikûmeta Iraqê de, erkên xwe bicih dikin.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewlet aşkere kir jî, wê hejmarê kêm dikin û hêzên Hevpeymanan hejmarek ji binkeyên serbazî radestî hêzên Iraqî kirin û dê piştî du rojan binkeya “Bismaya” ya li nêzîkî Bexdayê jî radestî hêzên Iraqî bike.

 

S. B