Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Serê Kaniyê teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Serê Kaniyê teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro li nêzîk baregeha Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê otombîleke bombekirî teqiya.
Li gor agahiyan, di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin di nava wan de jineke heye û 10 kes jî birîndar bûn, birînên hinan jî giran e.
Li herêmên Kurdî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin wek Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê her car teqîn tên kirin, roja 7ê vê mehê jî di encama teqînekê li Serê Kaniyê de 6 kes hatin kuştin, 3 ji wan zarok bûn.
S. B