Konsolê nû yê Amerîka bo Nêçîrvan Barzanî: Piştevan in ji bo derbaskirina qeyranan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştiyê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Waller Robert kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştiyê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Waller Robert kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Konsolê Giştî yê berê yê Amerîka û şandeke pê re amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya li Konsolê nû, hêviya serkeftinê li karên wî da xwest û hemû piştgîriyeke ji bo wî dûpat kir. ji aliyê xwe ve rêzdar pabendiya Amerîka bi aramiya li Iraq û Herêma Kurdistanê, rola Herêmê û aliyan û pêkhatan li hukimraniya Iraqê da, piştevaniya welatê xwe li hewlên çaresekirina kêşeyan û derbaskirina qeyranên li Iraq û Herêma Kurdistanê de dûpat kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî spas û destxweşiyê li Konsolê berê yê birêz Steven Fagin kir ku di demên xwe yên li Herêma Kurdistanê de xizmetê kiriye û rola xwe pêşxistina peywendiyên Herêm û Amerîkayê da dîtiye. Her wiha pîrozbahiyê lê kir ku wekî Cîgirê Nûnerê Amerîka li Bexda dest bi kar dibê. Ewî jî ji bilî spas û pêzanînan dûpat kir ku li erkê nû da li ser rêya pêkve karkirin û hevbeşiya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo karkirina li gel Hikûmeta Iraqê bi navê aramî û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê kir. Her wiha her du alî pêşxistina peywendiyên Herêm û Amerîka, alîkariya hevbeş û karkirina li gel Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş, berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê, rola Herêmê li aramiya Iraqê da, rewşa navxwe û rola komker ya Serokayetiya Herêmê, parastina pêkvejiyan û lêborîniya li navbera pêkhatan da, dûpat kir.
S. B