Wezîrê Derve yê Finlandayê gihîşt Hewlêrê

Ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve pêşwazî lê hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Finlandayê bi serdaneke gihîşt Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve pêşwazî lê hate kirin.

Biryar e îro demjimêr 18:00, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr bi Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto re bicive.

Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto şeva bûrî gihîşt Iraqê û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiyabû.

Pekka Olavi Haavisto ji sala 2019an ve  Wezîrê Derve yê Finlandayê ye û ser bi Partiya Kesk ve ye ku mezintirîn partiya siyasî li wî welatî ye.

 

S. B