Li herêma Cizîrê 4 kes bi Koronayê ketin
Şaneya Kirîzê ya Rêveberiya Xweser pêketina 4 kesan bi vîrusa Koronayê li herêma Cizîrê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaneya Kirîzê ya Rêveberiya Xweser pêketina 4 kesan bi vîrusa Koronayê li herêma Cizîrê ragihand.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa îro di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Qamişlo ragihand, 4 kes wek hilgirên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin.
Amaje bi wê da, 3 halet li bajarê Qamişlo ne û haletek jî li bajarê Hesekê ye.
Ciwan Mistefa diyar kir, Şaneya Kirîzê dê tevahiya tedbîran bigire, da ku rê li pêşiya belavbûna zêdetir a vîrusa koronayê li herêmê bigire.
Bi vî awayî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 6 kesan, ku pêştir jî 2 haletên pêketina bi vîrusa Koronayê li bajarê Hesekê hatibûn tomarkirin û herdu halet jî baş bûn.
S. B