Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Finlandayê civiyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto kir û bi hev re civiyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto kir û pê re civiya.
Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto îro danê êvarê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê Paytxtê Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehemd ve pêşwazî lê hate kirin.
Pekka Olavi Haavisto ji sala 2019an ve Wezîrê Derve yê Finlandayê ye û ser bi Partiya Kesk ve ye ku mezintirîn partiya siyasî li wî welatî ye.
S. B