Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Finlandayê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Haavisto kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Haavisto kir.

Di civînê de, rewşa Iraq, navçeyê û pêwendiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Finlandayê hatin guftûgokirin.

Wezîrê Derve yê Finlandayê amadehiya welatê xwe bo berdewamiya hevkariya bi Pêşmerge re derbirî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo rûbirûbûna DAIŞê. Got jî, webirhênerên Finlandayê han didin, ji bo webirhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser çaksaziya îdarî û darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî di berfirehkirina jêderên dahatê û girîngîdana zêdetir bi kartên çandinî û pîşesaziyê.

Gor jî: Pêşwazî li pêngavên vekirina Konsolxaneya Finlandayê li Hewlêrê û girîngîpêdana bi pêwendiyên me yên aboriyê û sûdwergirtin ji şareza û pisporên    Finlandî dikin, bi taybetî di warê aboriyê de.

 

S. B