Li Iraqê 90 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bûr de, 90 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bûr de, 90 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de balav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 485 pêketiyên vîrusa Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin û 90 kesan bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîştiye 104 hezar û 711 kesan, ji wan 71 hezar û 268 kes baş bûne û 4 hezar û 212 kesan jî canê xwe jidest dane.
Li Herêma Kurdistanê bi tenê, heta niha pêketina 11 hezar û 816 kesan bi Koronayê hatine tomarkirin, ji wan jî 455 kesan canê xwe jidest dane.
S. B