Rêveberiya Xweser hejmarek biryarên nû ji bo rêgirtina li Koronayê derdike
Rêveberiya Xweser di çarçoveya rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, hejmarek ji biryarên nû ji bo 15 rojan derkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser di çarçoveya rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, hejmarek ji biryarên nû ji bo 15 rojan derkirin.
Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser duhî pêketina 4 kesan li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ragihandibû. Ji bo pêşîlêgirtina li belavbûna zêdeter a wê vîrusê, îro Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser hejmarek biryar derkirin.
Ji biryarên hatine girtin:
1- Tevahî dergehên sînor ji (îro sibehê ve) 24.07.2020’an bi awayekî giştî tên girtin.
2- Çi rewşeke mirovî ku ji 24.07.2020’an de derbasî herêmên Rêveberiya Xweser be, 14 rojan dikeve karantînayê.
3- Qedexe ye cezaneyên miriyan, bi sedema pandemiya Koronavîrusê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.
4- Kombûn, şahî, zemawend û konên sersaxiyê ji bo parastina tenduristiya giştî, qedexe ye.
5- Nimêjin komî li cihên olî(perestgehan), ji bo parastina tenduristiya giştî heta demeke ne diyar qedexe ye.
6- Karê xwaringehan tenê ji bo xwestekên derve ye.
7- Ji gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye tê xwestin ku li gorî tedbîrên tenduristî û dûrketina civakî li tevahî dervan tev bigerin(cihên kar-cihên giştî).
8- Ji saziyên têkildarî dergehan tê xwestin ku tedbîrên tenduristî yên tund li ser dergehan bigirin(kes, kel û pel).
9- Dema vê biryarê ji dema derketinê de heta 15 rojan e.
S. B